DYA di derbarê Suriye de biryarê nû digre!

DYA di derbarê Suriye de biryarê nû digre!

 

10:33:24

Rojava News: Amerîka sezayên nû li ser hin kesayetî û saziyên ser bi hikûmeta Sûriyê ve sepand.

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê ragihand, bi sedema beşdarbûna wan bi awayekî rasterast an jî nerasterast di piştevanîkirina hikûmeta Sûriyê bo binpêkirinên li dijî gelê wî Sûriyê de, wan 5 kesayetî û saziyên Sûrî xistine di nav lîsteya cezakirinê de.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê diyar kir, di nav kesên ku hatine cezakirin, Mihemed Ebas heye, ku ji malbata Ramî Mexlûf bazirganê navdarê Sûriyê ye, ku di sala 2008an li jêr sezayên abbûrî yên Amrîka de ye.

Hewiha cezayên amerîkî, Dezgeha Bustan a Xêrxwaziyê jî li xwe digire, ku di lîsteya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê de weke dezgeheke ser bi kesên tawanbar ên di hikûmeta Sûriyê de hatiye binavkirin.