Rojava News: Di encama operasyonên ji navenda Stenbolê hatin birêvebirin de 21 polîs hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdîayên "rêxistinbûyîna paralel" de da destpêkirin, 21 polîs hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê yên Stenbolê, danê vê sibehê Stenbol, Zongûldak, Nevşehîr, Kirşehîr, Afyonkarahîssar jî di nav de li 9 bajaran operasyon lidar xistin. Di operasyonan de 21 polîs hatin binçavkirin.
