Di nava 2 salan 20 sîxurên CIAyê li Çînê deşîfre bûn!

Di nava 2 salan 20 sîxurên CIAyê li Çînê deşîfre bûn!

12:22:21

 

Rojava News: Li gorî nûçeya New York Timesê ku dispêrê burokratên amerîkî yên berê hikûmeta Çînê di navbera salên 2010 û 2012an de nêzîkî 20 sîxurên CIAyê deşîfre kirin û ji wan 10 jê kuştin.

New York Timesê di nûçeya xwe de ragihand ku hikûmeta Çînê di navbera salên 2010 û 2012an nêzîkî 20 sixurên CIAyê deşîfre kirin, ji wan 10 jê kuştin û operasyonên Amerîka yên Çînê têk çû. Li gorî nûçeyê ku dispêre burokratên amerîkî, tora îstîxbaratî ya Amerîkayê ku di salên dirêj de hatibû avakirin di nava du salan de deşîfre bû.

Burokratan di hevpeyvîna xwe ya rojnameyê de ragihandin ku Amerîkayê ji burokrasiya herî kur a Pekînê sixûr peyde dikirin. Hinek ji wan welatiyên Çînê ku xeyalên wan li hemberî Pekînê şikestî bûn. Lê di serê sala 2011an agahiyên ku ji Çînê dihatin kêm bûn. Li ser vê FBI û CIA operasyoneke hevpar da destpêkirin.

Li gorî nûçeyê operasyon li ofîseke Virginia Bakur bi dizî hat meşandin û li gorî hinek agahiyan hikûmeta Çînê tora sîxuran a bi FBIyê re deşîfre kiribû û li gorî hinek agahiyan jî di nava saziyê de xayîn hebû. Li gorî rojnameyê di nava 2 salan de di navbera 18 û 20 sîxurên CIAyê ya hatin kuştin an jî hatin girtin û li gorî îdîayan yek ji sîxuran li pêşberî hevalên xwe tê kuştin ku peyamê bidin kesên ku sîxuriyê ji CIAyê re dikin.