Pûtîn ji bo êrişa Manchesterê peyama sersaxiyê ji May re şand

Pûtîn ji bo êrişa Manchesterê peyama sersaxiyê ji May re şand

12:44:49

 

Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo êrişa duhî ya Manchesterê ku 22 kesî jiyana xwe ji dest dabû peyama sersaxiyê ji Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May re şand.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di brûska xwe ya peyama sersaxiyê ku ji Theresa May re şand de got: "Em vê êrişa dijî însanî û mirovahiyê bi biryarî şermezar dikin. Em bawer dikin yên ku fermana êrişê dane wê cezayê heqkirî bibînin."

Pûtîn di berdewamiya nameya xwe de got: "Em careke din dubare dikin ku hem di tekoşîna dijterorê de û hem jî di hevkariya qada navneteweyî de amade xebatên xwe yên yekkirinê zêde bikin."