Katalonya serxwebûna xwe îlan dike!

Katalonya serxwebûna xwe îlan dike!

12:47:37

 

Rojava News. Li gorî rojnameya El Pais a Îspanyayê heke hikûmeta navendî destûra referandumê nede wê Katalonya serxwebûna xwe îlan bike. Hikûmetê berê daxwaza referandumê qebûl nekiribû.

Rojnameya El Pais a Îspanyayê di nûçeya xwe de îdîa kir ku heke hikûmeta navendî destûra referandumê nede wê Katalonya serxwebûna xwe îlan bike. Hikûmeta navendî ya Îspanyayê ji bo Destûra Bingehîn rê nade pêkanîna referandumeke herêmî bi zimanekî eşkere ev daxwaz qebûl nekiribû.

Li gorî îdîaya rojnameyê, hikûmeta Katalonyayê amadehiya pêvajoya hiqûqî ya veqetandina ji Îspanyayê qedand. Heke hikûmeta navendî destûrê nede wê Katalonya plan dike ku di serê meha îlon an jî cotmehê de serxwebûnê îlan bike.

Parlamentoya Katalonyayê di dawiya 2016an de nexşerêya xwe ya serxwebûnê diyar kiribû û ragihandibû ku ji bo vê pêşî wê di sala 2017an de referandumê li dar bixe. Herwiha Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê jî di meha sibata borî de daxwaza referanduma serxwebûnê ya Katalonyayê betal kiribû, hikûmeta herêmî ya Katalonyayê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ew vê biryarê nasnakin dê referandumê li dar bixin.