Êrişa Manchesterê DAIŞê li xwe girt

Êrişa Manchesterê DAIŞê li xwe girt

4:11:13 PM

RojavaNews: DAIŞê êrişa li salona şahiyê ya Manchester Arenayê ku di encamê de 22 kes hatine kuştin û 59 kes jî birîndar bûne li xwe girt.

Îro piştî lêkolînê diyar bû, ku êrîşa li ser li cihê konserê ya  Manchesterê bûye êrişeke xwekujiyê ye.

DAIŞê li ser medyaya civakî êrişa duh ya li bajrê Manchesterê ya Brîtanyayê ku di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabû, li xwe girt.

Di daxuyaniya DAIŞê de wiha hat gotin: “Leşkerekî yê xilafetê, li bajarê Manchester a Birîtanyayê bombeyek daniye di nava xaçparêzan de.”