Amerîka: Rûsya dixwaze xwe ji dorpêça NATOyê xelas bike!

Amerîka: Rûsya dixwaze xwe ji dorpêça NATOyê xelas bike!

11:55:42

 

Rojava News: Dîrektorê Ajansa Îstîxbarat a Parastina Amerîkayê (DIA) General Vincent Stewart ragihand ku Rûsya dixwaze xwe ji dorpêça NATOyê xelas bike.

Dîrektorê Ajansa Îstîxbarat a Parastina Amerîkayê (DIA) General Vincent Stewart di axaftina xwe de got: "Rûsya ji bo ku ji dorpêça NATOyê derkeve dê li sînorê xwe yê rojhilat û li Rojhilata Navîn hêza xwe ya leşkerî zêde bike."

General Vincent Stewart di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya ji bo ku dorpêça welatên rojavayî bişkînê wê li sînorê xwe yê rojhilat bariyeran ava bike.Li gorî îfadeya Rûsyayê vî tiştî ji bo ku bikaribe xwe ji dorpêça NATOyê xelas bike dike."

Vincent Stewart di dirêjiya axaftina xwe de îdîa kir ku Rûsya dixwaze vê bariyere hetanî Deryaya Spî berfireh bike. Ji bo bihêzkirina vê bariyere tedbîrên ku li Libyayê werdigire min dixe endîşeyê."