UNICEF: Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jiyana 24 milyon zarokan di xeterê de ye

UNICEF: Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jiyana 24 milyon zarokan di xeterê de ye

07:28:48

 

Rojava News: Rêxistina UNICEF ya Netewên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya dawî de ragihand, şer, pevçûn û duberîyên li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bûne sedema metirsiyê li ser giyana mîlyonan zarokan. 

UNICEF 24ê Gulanê li ser malpera xwe ya fermî da xuyakirin, şer û aloziyên li Yemen, Sûriye, Iraq, Libya, Sûdan û Kerta Xeza metirsî li ser jiyana 24 milyon zarokan peyda kiriye.

Di raporê de hat gotin, ji wan 9.6 milyon zarok li Yemenê, 5.8 milyon li Sûriyê û 5.1 milyon jî li Iraqê ne.

Li gor UNICEFê ji ber ku di şer û pevçûnan de jêrxana kerta saxlemiyê hatiye têkdan, zarok ji çaraseriyên destpêkî hatine bê parkirin û nebaşiya sektorên weke av û elektirîkê bûne sedema belavbûna nexweşiyan ku ev nexweşî jî di asta herî bilind de bandora xwe li zarokan dike. 

Di raporê de, nebûna xwarin û derzî lêdanan, weke sedemên girîng yên metirsiya li ser jiyana zarokan tê nîşandan.