Almanya ji bo koçberan yasayek nû derxist

Almanya ji bo koçberan yasayek nû derxist

12:12:03

 

Rojava News: Parlamentoya Almanya li ser daxwaza Partiya Yekîtiya Demokrat Mesîhî (CDU) yasayeke nû ya taybet bi koçberan pesend kir.

Li gorî wê yasayê ku roja pêncşembiyê ji aliyê Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) ve hat pesendkirin, ew koçberên ku li Almanyayê mafê penaberîtiyê wernagirin, dive bi zûtirîn dem ji wî wlatî derkevin.

Di yasaya nû de herwiha hatiye gotin, ew koçberên ku şansê mana wan li Almanya heye, dive li kampa sereke ya koçberan bimînin, heta dema ku mafê penaberiyê werdigirin.

Xeleke din a giring di vê yasayê de, dîportkirina bilez a wan kesan e ku bi metirsî tên hesibandin û yan jî tawanbar in, û bi wê yekê jî dê rojane çendîn koçber ji Almanyayê werin dîportkirin.

Li gorî amaran, tenê di sala 2016ê de nêzîkî 55 hezar koçberan li Almanyayê mana wan û serlêdana wan a ji bo wergirtina mafê penaberiyê hatiye redkirin û herwiha derdora 25 hezar û 500 kesan jî hatine dîportkirin