Îstixbarata Îngilîz 23 hezar terorîst tesbît kir!

Îstixbarata Îngilîz 23 hezar terorîst tesbît kir!

13:31:11

 

Rojava News:  Rojnameya The Times a Brîtanî bi zarê rayedarên hikûmetê ragihand ku karmendên îstixbaratê li Brîtanyayê 23 hezar ‘cîhadîstên tundrew’ li nav welat tesbît kirine.

Çavkanîyeke ji hikûmeta îngilîzan da xuyakirin, 3 hezar kesên wek ‘gefa muhtemel' hatine nirxandin lêpirsîn li ser wan heye ku servîsa îstixbaratê û hêzên polîsan bi 500 operasyonan ketine şopa wan.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku ji xeynî wan kesên lêpirsîn li ser wan destpê kiriye, 20 hezar kesên din jî wekî ‘êrîşkarên potansîyel' hatine diyarkirin.

Hat zanîn, êrîşkarê Manchester Arenayê ku bû sedema kuştina 22 kesan Salman Abedî jî di nav wan 20 hezar kesên hatine şopandin de heye.