Amerîkayê stratejiya xwe ya nû aşkere kir

Amerîkayê stratejiya xwe ya nû aşkere kir

23:03:20

 

Rojava News: Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ragihand, plana nû ya Amerîkayê ew e ku bi awayekî bilez û bihêz, DAIŞê bi tevahî ji holê rakin.

James Mattis ji kanala CBS a Amerîkayê re axivî û diyar kir, ku Amerîkayê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê dest bi stratejiyeke nû kiriye û got: “Kurteya stratejiya me ya nû ew e ku bi awayekî bilez û bihêz, em DAIŞê bi tevahî ji holê rakin.”

Mattis aşkere kir, ku heta niha taktîka wan a berê wisa bû ku çekdarên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê, berê wan ji aliyekî ber bi aliyekî din ve bidin û bi vî awayî hêza wan têk bibin. Lê stratejiya nû ya Amerîkayê ew e ku êdî rêxistinê dê dorpêç bikin û bi tevahî ji holê rakin.

James Mattis destnîşan kir, armanca stratejiya nû ew e ku ji DAIŞê re ji bo revê cihekî nehêlin û got:

 “Weke mînak, niha rêxistin li rojavayê Mûsilê ketiye quncikê. Hêzên Iraqê ji bo ku wan bi tevahî ji holê rakin, dest bi tevgerê kirin. Derdora Tileferê hatiye dorpêçkirin. Ji bo dorpêçkirina Reqaya Sûriyê ku weke paytext îlan kirine, operasyon berdewam e. Gava were dorpêçkirin, emê wî bajarî ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.”

Herwiha Mattis amaje bi yekê kir ku ew hewl didin piştî ku DAIŞ were têkbirin, rêxistineke din a terorê ku cihê DAIŞê werbigre dernekeve holê.