23:31:45
Rojava News: Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Versaillesê ya Parisê paytexta Fransayê li hev civiyan.
Macron li beriya qesrê pêşvazî li Pûtîn kir, serokê rûsî jî bi frensî silav da hevkarê xwe
Berdekê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Versaillesê ya Parisê paytexta Fransayê lihev civiyan.
Herwiha da zanîn ku, di hevdîtinç de, dê giraniyê bidin têkiliyên dualî. Ji bilî vî di rojeva her du serokan de têkiliyên çandî, aborî, siyasî ji bilî van meseleyên Sûriye, Ukrayna, Libya û Nîvgirava Koreyê hene.
