McCain: Pûtîn ji DAIŞê talûketir e!

McCain: Pûtîn ji DAIŞê talûketir e!

12:02:31

 

Rojava News: Senatorê komarparêz ê amerîkî John McCain ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got: "Di mijara ewlehiya Amerîka û dinyayê de ji DAIŞê talûketir e.

Senatorê komarparêz ê amerîkî John McCain ji bo tevlî konferanseke ewlehiyê bibe çû bajarê Canberra ya Avustralyayê û hevpeyvînek da televîzyonê. McCain ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got: "Di mijara ewlehiya Amerîka û dinyayê de ji DAIŞê talûketir e.

John McCain di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Avustralyayê de got: "Divê me bersiva hewldanên Rûsya yên mudaxeleya hilbijartina Amerîkayê bida. Vladimîr Pûtîn encamê hilbijartina me ya mijdarê guherandin û me li hemberî tiştek jî nekir. Pîroz be Pûtîn. Me bersiv neda vê. Hêvî dikim piştî navbera senatoyê em ê bikaribin qanûnên dijî Rûsyayê derxînin."

Her çiqas McCain Rûsyayê bi mudaxeleyê tohmetbar bike jî, li gorî pisporê siyasî yê Zanîngeha Carnegie Mellonê Dov Levin Amerîkayê ji sala 1946an hetanî 2000an mudaxeleya encamên hilbijartina 81 welatî kir.