Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê : Baweriya Merkel bi Amerîkayê tuneye

Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê : Baweriya Merkel bi Amerîkayê tuneye

13:05:41

 

Rojava News: Berdevkê Serokwezîrtiya Almanyayê Steffen Seibert di axaftina xwe de ragihand ku Angela Merkel li pişta gotinê xwe ye û baweriya wê ne bi Amerîka û ne jî bi Îngîltere tuneye.

Steffen Seibert di axaftina xwe de ragihand ku Serokwezîr Angela Merkel li pişta gotinê xwe ye û baweriya wê ne bi Amerîka û ne jî bi Îngîltere tuneye. Merkel hê jî dibêje divê qedera Ewropayê di destê wê de be.

Seibert di berdewamiya axaftina xwe de got: "Merkel bi peymana hevkariya Almanya û Amerîkayê ve girêdayî ye, lê baweriya wê ya bi rêvebiriya Donald Trump sînordar e. Peyvên Merkel gelekî eşkere û vekirîne. Têkiliyên Transatlantîk ji bo Merkel pir girîng in. Di mijara cudahiyan de jî dirust tevdigere."

Merkel dawiya hefteya borî di axaftina xwe ya Zîrweya G7ê de gotibû ‘ew demên ku bi temamî em baweriyê bi hinekan bînin li paş ma. Di van rojên dawî de min ceriband. Em ewropî divê em qedera xwe têxin destê xwe.'