Rojnameya Wall Street : Fransa fermana kuştinê da!

Rojnameya Wall Street : Fransa fermana kuştinê da!

13:24:33

 

Rojava News: Rojnameya Wall Street Journalê di nûçeya xwe de ragihand ku hêza taybet a Fransayê ji bo frensiyên ku tevlî DAIŞê bûne û wan bikuje hevkariyê bi leşkerê Iraqê re dike.

Li gorî îdîaya rojnameya Wall Street Journalê ku di nûçeya xwe de dibêje di mehên dawî de hêza taybet a Fransayê ji bo hemwelatiyên frensî ku tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bûne wan bigre û bikuje hevkariyê bi hêzên ewlehî yên Iraqê re dike. Hêza Fransayê wekî hedefa pêşeng wêne û navê 30 kesî daye hêza ewlehî ya Iraqê.

Herwiha li gorî daxuyaniya yek ji fermandarê iraqî ku li Mûsilê wezîfedare, artêşa Iraqê bi êrişa hewayî û operasyona bejayî gelek hemwelatiyên Fransayê kuştin. Li gorî nûçeya WSJ, armanca operasyona hêza taybet a Fransayê berî ku endamên DAIŞê yên hemwelatiyên frensî vegerin û talûkeyekê çêbikin rê li ber wan bigrin. 

Berpirsekî Wezareta Parastin a Fransayê derbarê îdîayan de pirsên rojnameya WSJ bêbersiv hiştin tenê got: "Hêzên Fransayê bi şirîkên xwe yên Iraq û yên navneteweyî re bi hevkarî dixebite. Bêyî ku li milliyetbûna were nêrîn tekoşîn tê dayîn."