Trump ji serokên Cîhanê xwest ku bi telefona wî lê bigerin

Trump ji serokên Cîhanê xwest ku bi telefona wî lê bigerin

14:05:32

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump bi bangavaziya ji bo rêberên Cîhanê de got’’ bi telefona min li min bigerin’’ ev bangavazî di Cîhanê de weke nûça lezgîn derbas bû ji ber ku ziyan danek di vê daxwazê de heye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rêberên Cîhanê re bangewazî kir ku bi awayekî raste rast ji telefona wî ya bêrîkê lê bigerin. Protokola dîplomatîok a dewletê ya ji rêzê ku bi vî rengî tê xerab kirin, ewlekarî û serfermandariya Amerîkayê fikarên xwe yên ragehandinê zêde kir.

Li gor rêveberên Amerîkayê Trump ji serokên Kanada û Meksîka re gotiye bi telefona berîkê li min bigerin. Herwaha rayedarên Amerîkî ragehandin ji vê daxwaza Trump tenê serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ji vê sûd vergirtiye û bi telefona berîkê bi Trump re axiviye.

Li gor rêveberek Fransî, Trump piştî serkeftina hilbijartinên serokkomariyê ya Fransa hejmara telefona xwe daye serokê nû Macron. Herwaha anî ziman ku Macron di derbarê biryardana bikaranîn û neanîna vê xetê de tu nirxandin nekir.

Qesra sipî bersiva pirsên derbarê tomar kirin û nekirina hevdîtinên serok ên fermiye bi rêberên Cîhanê re neda.