Li paytexta Filîpînan Manîlayê teqîn: DAIŞê êrîş li xwe girt

Li paytexta Filîpînan Manîlayê teqîn: DAIŞê êrîş li xwe girt

00:46:00

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li kargeheke paytexta Filîpinan Manîlayê ya danûsdandinê teqîn çêbû. Li gor zanyarîyên şahidên bûyerê didin, piştî teqînê dengê çekan hatiye. Herwiha li ser medya civakî wêneyên birîndaran hatin parvekirin.

Li gor zanyarîyan teqîn li kargeha danûstandinê (Mall) Resorts World Manilayê pêk hat. Avahîya ku teqîn lê çêbûye ji alîyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Di nav avahîya bûye armanc de, gelek dikanên danûstandinê, salona sînemayê û qûmarxane hene.

Di medya cîhanî û hesabên sosyal medyayê de dîmenên birîndarên teqîna Manilayê hatin parvekirin.

Birîndar bi ambulansan ji cihê bûyerê tên tehlîyekirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bûyera teqînê piştrast kir û daxwaz ji hemwelatîyên xwe kir dûrî balafirgeha Ninoy Aquinoyê bisekinin.

Êrîşa Manîlayê rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girt.

Li gor televizyona ANCyê di avahîyê herî kêm 2 milîtanên çekdar ên bi serpûş hebûn.