Li Meksîkayê guhê rojnamevanekî hat jêkirin

Li Meksîkayê guhê rojnamevanekî hat jêkirin

13:30:52

 

Rojava News: Komîteya Parastina Rojnamevanan (KPR) a ku navenda wê li New Yorkê ragihand ku li bajarê Playa del Carmen ê eyaleta Quintana Roo ya Meksîkayê, rojnamevanek dema ji kar derketîya rastî êrîşê hatîye.

Rojnamevan Carlos Barrios ku di malpereke înternetê ya nûçeyan de kar dike, dema ji kar derket rastî êrîşê hat û alîyek ji guhê wî hat jêkirin.

Êdîtorê malperê Eduardo Racon ji komîteya KPRê re diyar kir ku êrîşkar bi hinceta alîgirîya parêzgarê eyalatê Carlos Joaquin dike, gefa kuştinê li rojnamevan Carlos xwariye

Di 3 mehên dawî de 5 rojnamevan li Meksîkayê hatine kuştin û Serokdewletê Meksîkayê Enrique Pena Nieto meha borî ji bo parastina rojnamevanan û mafê azadîya derbirinê bi encûmena wezîran û parêzgaran re civînek saz kiribû.