Îtalya: Gumana bombeyê bû sedem hezar kes birîndar bibin!

Îtalya: Gumana bombeyê bû sedem hezar kes birîndar bibin!

13:31:27

 

Rojava News: Di dema pêşbirka Lîga Şampiyonan de ku li ber ekranê dihat temaşe kirin ya li Îtalyayê îzdîham derket û di encamê de jî herî kêm hezar kes birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa ANSAyê ya Îtalyayê li ber ekrana ku li bajarê Torinoyê ya Îtalyayê ji bo pêşbirka tîma Juventusê ya îtalî û tîma Real Madrid ya spanyayê temeşa bikin, îzdîham derketiye û di encamê de jî nêzî hezar kes birîndar bûne.

Hate ragihandin ku di dema pêşbirkê de gumana bombeyî bûye sedema îzdîhamê û di encamê de jî nêzî hezar kes birîndar bûne. Herwiha rewşa 7 birîndaran xedar e.

Ratedaran eşkerekirin ku li cihê bûyerê rastî pakêta biguman nehatine.