Theresa May Êrîşên London Şermezar Dike û Dibêje Êdî Bese

Theresa May Êrîşên London Şermezar Dike û Dibêje Êdî Bese

4:04:53 PM

RojavaNews : Serokwezîra Birêtanya Theresa May bi tundî êrîşên terorîst ên dawî li London û Manchester şermezar kirin û got “Êdî Bese “- û pîvanên tund pêwîst in ji ber ku teror terorê çê dike û êrîşker ji hev fêr dibin.

Axaftinên May hatin piştî rojekê ji êrîşkirina sê kesan li ser herêma pirda London ku di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev êrîşa sêyem e li Birêtanya ji meha Adarê ve.

Wê got herçendî ev êrîşên dawî bi hev e ne girêdayî ne bi awakî rasterast, ew hemî encama “ Îdyolojiya şerkar in“ ku diyar dike nirxên rojava û Îslamê li gel hev naguncin.

May got desthilatdarên Birêtanî ji meha Adarê ve 5 pîlanên wiha ji kar xistin e.