Waşinton: qutkirina tekiliyan bi Qeter re şerê terror na rawestîne

Waşinton: qutkirina tekiliyan bi Qeter re şerê terror na rawestîne

13:28:35

 

Rojava News: Wezîrê karên derve yê Amerîka û herweha wezîrê berevaniyê ye Amerîka îro duşemê diyar kirin ku guman nakin bandorên qutkirina têkiliyan bi Qeter re li ser şerê terrorê hebe.

Lê di heman demê de ji her hêlan xwestin ku nakokiyen ku cara yekem bi vê meznahiyê di navbera wan derdikeve çareser bikin, û amaje kirin ku Waşnton jî amade ye ku alîkariyê bike ku ew nakokî bidawî bên.

Hêjayî gotine ye ku Sîûdiyê, Behrîn, Imarat, Misir û herweha Yemen îro sibehê ragihandin ku têkiliyen xwe bi welatê Qeter re qut kirin.