14:12:08
Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo birîna têkiliyên dîplomatîk ên Qetarê got: "Ew baştir bi kare xwe dizanin, em eleqeyî têkiliyên navxweyî yên welatan nabin."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê bi hemkarê xwe yê belarûsî Vladimîr Makey re civîneke çapemenî li dar xist. Pirsa krîza Qetarê ya birîna têkiliyên dîplomatîk jî ji Lavrov hat pirsîn.
Sergey Lavrov di bersivdayîna xwe de got: "Biryara birîna têkiliyên dîplomatîk a welatên erebî ji bo Qetarê ew kare wan ê navxweyî ye û ev mijar wan eleqedar dike. Em mudaxeleya biryarên wiha nakin.
Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin tekiliyên me bi herkesi re baş û geş bin. Niha tişta herî girîng ev e ku em xebat û hêzên xwe li hemberî terorîzma kûrewî bikin yek."
