Di şerê eşîran de 35 kes hatin kuştin!

Di şerê eşîran de 35 kes hatin kuştin!

13:32:48

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, li başûrê welatê Sûdana Bakur di nava eşîra herî mezin a Dinkayê de qebileyên Apuk û Aguok şer kirin. Di şer de herî kêm 35 kes hatin kuştin.

Cîgirê waliyê eyaleta Gagrial a Sûdana Başûr Agoth Mel di axaftina xwe de ragihand ku li bakurê welet di nava eşîra herî mezin a Dinkayê de qebîleyên Apuk û Aguokê şer kirin, di şerê herdu qebîleyan de herî kêm 38 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

Mel di axaftina xwe de got: "Şerê navbera qebileyan ji ber nelihevkirina sînor, mera, û parnevekirina avê ye. Herdu qebîle jî îdîa dikin ku dê heyfê ji hev hilînin."

Agoth Mel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî van şer û qetlîamên ku li Sûdana Başûr diqewimin, bêaramî li welat belav dibe û çekên destê sivîlan zêdetir dibin."