13:38:49
Rojava News: Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di axaftina xwe Rûsya, Îran û terorîzm li dinyayê wekî tiştê herî bi talûke bi nav kir û got: "Ji bo tekoşînê em amade ne piştgiriya NATOyê bikin."
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence di axaftina xwe ya Konseya Atlantikê de got: "Hewlên Îranê yên bêramîkirina Rojhilata Navîn, Xebata Rûsya ku dixwaze sînorê xwe bi hêzê bide diyarkirin û metirsiya terorê ku li her derê belav bûye… Ev hemû didin nîşandan ku ji serdema berî çaryeka ku komunîzm hilweşe talûketir e."
Mike Pence di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di çarçoveya NATOyê de Amerîka amadeye hemû berpirsyariya xwe bi cih bîne. Êrişa li hemberî endamekî NATOyê em êrişa hemû NATOyê dihesibînin."
Pence di dawiya axaftina xwe de got: "Dijminên kevn û nû zêde dibin. Divê hevalbendên me jî li hemberî metirsiyên pêşerojê xwe bi pêş bixin."
