Urdunê jî têkilîya xwe ya bi Qeterê re birî

Urdunê jî têkilîya xwe ya bi Qeterê re birî

Rojava News: Urdun jî beşdarî nav karwana welatên kendavê yên ku têkilîya xwe ji Qeterê qut kirin bû.

Piştî ku 7 welatên erebî yên kendavê pêwendîya xwe ya dîplomatîk a bi Qeterê re qut kirin, Urdunê jî pêşî ofîsa televizyona El Cezîrê ya Qeterê girt û piştre jî ragihand ku wan têkilîya dîplomatîk a bi Qeterê daxistîye asta kêm.

Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Emîratên Erebî, Misir, Yemen, Libya û Maldîvan 5ê Hezîranê ragihandibûn ku ji ber piştgirîya terorê dike û dibe sedema nearamîyê li Rojhilata Navîn wan pêwendîyên xwe yên dîplomatîk yên bi Qeterê birî ne.