Trump: Welatên piştevanê terorê bikin wê dê bedelên giran bidin!

Trump: Welatên piştevanê terorê bikin wê dê bedelên giran bidin!

13:11:03

 

Rojava News:  Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya serxwaşi ya derbarê êrîşa li Tehranê ku ji bo Îranê şand de got: ’’walatên ku piştîvaniya vê terorê dikin di bin gefa vê xirabiyê de ne û dê bibin armancê wê xirabiyê.’’

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşa terorê ya li Tehranê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dabun de peyamek  weşand. Lê peyam di malpera fermî ya Internetî a Trump li koşka sipî de hate weşandin ji serxwaşiyê zêdetir weke gef hat fêm kirin.

Trump ku destpêkê di peyama xwe ya ji bo êrîşa terorê û ji bo qurbaniyan û gelê Îranê yê ku di vê demên zehmet de derbaz dibin got ez xemgînim û ji bo wan duayan dikim, di berdewamiya peyama xwe de jî anîziman,’’ walatên ku piştevaniya terorê dikin di bin gefa metirsîdar a wê xirabiya xwe de ne û dê bibin armanca wê xirabiyê bixwe ku piştevaniya wê dikin.’’ Bi wan gotinên xwe ve jî gef li Îranê xwar.