Trump: Qeter di alîkariya terorê de xwedî dîroka demdirêj e!

Trump: Qeter di alîkariya terorê de xwedî dîroka demdirêj e!

12:55:46

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê ragehand, Qeter di alîkariya terorê de xwedî dîroka demdirêj e û berdewam teror fînanse kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump helwêsta xwe ya derbarê nakokiyên Qeter û welatên ereb de aşkera kir û ragehand, ti welateke pêşketî qebûl nake ‘’Bêhna genî’’ ya terorê li sînorên wî nêzîk bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîneke çapemeniyê ya li gel serokê Romanya de ragehand, Qeter di piştevanî û alîkarî kirina grubên terorê de xwedî dîrokek demdirêj e û naha dema wê hatiye ku Qeter piştevaniyên xwe bo terorê qut bike.