12:28:34
Rojava News: Li Stasyona Unterfohringê ya bajarê Municha Almanyayê pevçûna çekdarî rû da û piştî pevçûnê stasyon hat valekirin.
Li gor agahiyan li Stasyona Unterfohringê ya bajarê Munichê pevçûn derket û li gor zanyariyên berdest herî kêm kesek birîndar bûye.
Polîsê Munichê jî ragihand ku di bûyerê de yek jê polîs çend kes birîndar bûne û kesek jî hatiye binçavkirin.
Sedema pevçûnê hê jî nayê zanîn û tîmek zêde ji polîsan bû cihê bûyerê hatiye şandin.
Li gorî nûçeya rojnameya Bildê helîkopterek bû cihê bûyerê hatiye şandin û derdora stasyona navborî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.