12:50:33
Rojava News: Avahiya 24 qatî ya li Latimer Roada ku li rojavayê Londraya Îngîltereyê dikeve şewitî.
Şewata avahiyê li gorî seeta herêmî li 01.16an destpê kir 200 agirkuj bi 40 wesayîtî mudaxeleya agir kir ku bitefîne.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlehî ya Londrayê li derdora avahiyê tahliye hatin û li gorî nûçegihanê BBCyê Andy Moore metirsiya ku avahî hilweşe heye.
Peşkêşvanê televîzyonê George Clarke jî di axaftina xwe de ragihand ku digel ez 100 metroyî ji avahiyê dûr im dîsa xweliya agir bi ser min ve tê, di destê hinekan de elektrîka destan heye û ji bo ku nikarin derkevin derve alikariyê dixwazin.
Ji aliyê din ve li gorî nûçeya BBCyê ku dispêre şahidên bûyerê, hinek kesan di nava avahiyê de alîkarî xwestine û hinek jî bi telefonan li malbatên xwe ji bo alîkarî geriyane.
Hinek kesên ku xizmên wan di nava avahiyê de asê mane dibêjin em nikarin xwe bigihîne wan.
