Li Londrayê wesayîtek li nêzî camiyê kete nava qerebalixê: Kuştî û birîndar hene
Li Londrayê wesayîtek li nêzî camiyê kete nava qerebalixê: Kuştî û birîndar hene

Li Londrayê wesayîtek li nêzî camiyê kete nava qerebalixê: Kuştî û birîndar hene

13:30:49

 

Rojava News: Li paytextê Îngîltere li Londrayê kamyonetek li nêzî Camiya Park a Finsburyê kete nava qerebalixê. Li bajêr alarma terorê hat dayîn û di bûyerê de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li paytextê Îngîltere li Londrayê kamyonetek li nêzî Camiya Park a Finsburyê kete nava qerebalixê. Li bajêr alarma terorê hat dayîn û di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 8 kes birîndar bûn. Ajovanê wesayîtê hat binçavkirin. Li gorî nûçeya BBCyê bûyer seet li 00.20an pêk hat.

Konseya Misilmanên Îngîltereyê (BCM) di daxuyaniya xwe de ragihand ku ajovan bi zanebûn wesayît bi ser însanan ve ajotiye. Li gorî zanyariyan kesên birîndar piranî însanên ku ji nimêja terwîhê derdiketin e.

Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May êriş wekî ‘bûyereke metirsîdar' bi nav kir û got: "Dilê min bi birîndar û bi ekîbên li cihê bûyerê re ye."

Li gorî nûçeyan ku dispêre şahidên bûyerê û dibêje: "Rasterast wesayît bi ser me de ajot. Gelek însan li cihê bûyerê hebûn. Şok bûm. Hemd ji Xweda re min xwe da kêlekê. Gelek kes birîndar bûn."

Serokê Partiya Karker Jeremy Corbyn jî piştî bûyerê di hisabê xwe yê Twitterê de peyamek parve kir û got: "Ji ber bûyerê ez şok bûm. Niha bi camî, bi polîs û bi konseya Islingtonê re di nava pêwendiyê de me. Dilê min bi kesên birîndar re ye."