Amerîka li Rojhilata Navîn dikeve nav rewşê metirsî!

Amerîka li Rojhilata Navîn dikeve nav rewşê metirsî!

13:03:33

 

Rojava News. Kovara leşkerî The National Interest ku navenda wê li Amerîkayê ye di gotareke xwe de ragihand ku Amerîka li Sûriyeyê her diçe dikeve nava şer û ji xeyrî fêdeyan rîskê wê mezin hene.

Nivîskarê kovarê Doug Bandow di gotara xwe de ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ticarî nebû pisporê têkiliyên navneteweyî. Di dema kampanyeya hilbijartinê de qe nebe madeyeke bernameya polîtîkaya derve maqul xuya dikir. ‘Divê Amerîka xwe ji şerê bê wate yên li Rojhilata Navîn dûr bigire.' Digel vê rêvebiriya Trump her diçe li tevlî şerê Sûriyeyê dibe.

Doug Bandow di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Heke Amerîka di vî şerî de bi şeweyekî aktîf mudaxele bike, rîska ku bi Îran, Tirkiye û Rûsyayê re were beramberî hev û têkeve şer û pevçûnan heye. Digel ku ti metirsî li ser Washîngtonê tunebû jî Amerîka balafira şer a Sûriyeyê xist. AmerÎka hêdî hêdî dikeve nava vî şerî û ev gelekî talûke ye. Kongreya Amerîkayê ne li hemberî hikûmeta Sûriyeyê biryara şer ne daye û ne jî soza parastina îsyankaran daye."