Li Derya Spî karesata mirovî ruda Ji 300'î zêdetir koçber winda bûn

Li Derya Spî karesata mirovî ruda Ji 300'î zêdetir koçber winda bûn

Rojava News: Hat ragihandin ku di 4 keştiyên li peravên Lîbya noqî avê bûn, ji 300’î zêdetir koçber winda bûn.

Vincent Cochetel Midûrê Nûnertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di daxuyaniya ku li Cenevreyê da got, "Ev trajediyeke pir mezin e.”

 

Gelek rêxistinên navneteweyî, gotinên şahidên ji van keştiyan rizgar bûne ragihandin. Li gor agahiyên UNHCR û Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ji şahidan wergirtine, 4 botên plastî 7’ê Sibatê roja Şemiyê ji plajeke 17 km dûrî paytexta Lîbya Trablûs rabûn. Di her yekê ji wan de  zêdetirî 100 welatiyên ji Afrîkaya Binsehrayê hebûn.

 

Di keştiyeke ku hêzên ewlekariyê yên Îtalya roja Yekşemê rizgar kirin, 29 koçberan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan.

 

9 koçberên ku sax man, sibeha Çarşemê bi keştiya tîcarî anîn girava Lampedusa. Hat ragihandin ku ev ji wan 2 kes ji keştiya ku 107 kes têde bûn rizgar bûne. 7 kesên din jî ji keştiya ku 109 kes têde bûne rizgar bûne.