13:10:10
Rojava News: Di 7 êrişên bombeyî yên hemwext ya li bajarê Maiduguri ku dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Te bawerkirin ku Boko Haram êriş pêk anîne.
Komserê polîsan Damian Chukwu ku li ser navê polîsên Nîjeryayê daxuyanî da eşkere kir ku 7 xwekujan bi awayeke hemxwext li Maiduguri ya paytexta Borboyê êriş pêk anîne.
Chukwu, di eêrişan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 12 kes jî birîndar bûne
Rêxistina Boko Haramê di sala 2000an de hebûna xwe da nişandan û di sala 2009an de jî ku serokê wan Muhammed Yusuf hat kuştin, dest bi çalakiyên tûndiyê kiri. Bi sed hezaran sivîl ji ber êriş û çalakiyên rêxistinê koçber bûn.
