15:26:05
Rojava News: Almanya, Brîtanya û Spanyayê operasyon li dijî mîlîtanên DAIŞê bi koordîne pêk anî. Operasyona ku 6 kes hat desteserkirin, dewam dike.
Li gorî nûçeya Rojnameya El Paisê ku li Spanyayê weşanê dike, ku zanyariyên xwe sipartin çavkaniyên polîsan li bajarê Mallorcayê ya Spnayayê 4 kes, li Almanyayê kesek û li Brîtanyayê jî kesek bi tohmeta propagandaya rêxistinê terorîst a DAIŞê û endam bo wan şandine Sûriyeyê û Iraqê hatin desteserkirin.
Fermana operasyona ku navenda wê li Spanyayê bû, ji aliyê dadgeha bilind ve hat dayîn.
Hate diyarkirin ku operasyon hêj dewam dike. Li gorî Wezareta Navxweyî ya Spanyayê ji sala 2015an heta niha 172 mîlîtanên DAIŞê hatine desteserkirin.
