Ji Fransa û Brîtanyayê daxuyanîya Esad: Em ê lêdin

Ji Fransa û Brîtanyayê daxuyanîya Esad: Em ê lêdin

09:31:11

 

Rojava News: Fransa û Brîtanyayê li ser îdiayên amadekarîyên bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve ragihandin ku heke li hemberî sivîlan çekên kîmyewî werin bikaranîn ew dê li dijî Serokê Sûrîyê Beşar Esad hêzê bikar bînin.

Nûnerê Daîmî yê Fransayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) François Delattre, li avahîya NYyê ya New Yorkê da xuyarin, "Helwesta Fransayê li hemberî vê rewşê gelekî zelal e. Wekî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kiriye, çeka kîmyewî ji bo me xeta sor e."

Delattre destnîşan kir, dê hemû kesên di êrîşên kîmyewî de berpirsîyariya wan hebe, li ber darazê hesab bidin.

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Brîtanyayê li NYyê Peter Wilson jî piştgirî da îdia û operasyonên reveberîya Amerîkayê yên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûrîyê û got, "Çawa ku em bi ser delîlekê ve bibin ku rejîma Esad çeka kîmyewî bikar anîye, em ê bikevin tevgerê."