Ji bo 3 ciwanên misilman merasima bîranînê

Ji bo 3 ciwanên misilman merasima bîranînê

Rojava News: Li DYAyê gelek nunerên civakên misilman beşdarî merasima bîranînê ya ku ji bo 3 ciwanên misilman hat lidarxistin, bûn.

Li Meydana Ûnîon Sqûareyê ya Manhattanê merasim hat kirin û nunerên civakên misilman jî di nav de  gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di merasimê de 3 ciwanên misilman ên li Carolînaya Bakûr ji hêla kesekî xwe wek ateîst qebûl dike ve hatibûn kuştin, hatin bîranîn.

 

Merasim bi destê saziya sivîl a civakî ya Mûslîm Commûnîty Networkê (Koma Têkildariya Misilmanan) ve hat organîze kirin. Pêşenga saziyê Christina Tasca axivî û diyar kir ku têkoşîna li dijî nefret û havîtiyê pir zehmet e û wiha pê de çû: "Em ji çapemenî û rayedarên me yên hatine hilbijartin dixwazin ku bila her kesî wek hev bibînin û li gor bawerî û neteweyên wan tevnegerin."

 

Li Carolînaya Bakûr a parêzgeha DYAyê Deah Barakat (23), xanima wî Yûsor Mûhammed Ebû Salha (21) û baldûza wî Razan Mûhammed Chapel (19) li mala xwe ya bajarê Hîllê hatibûn kuştin.