12:22:43
Rojava News: Li Fransa bajarê Avignonê nêzîk mizgevtekê dema ku cemaet ji mizgevtê derdiket êrîşek çekdarî pêkhat û 8 kes birîndar bûn.
Bûyera nêzîk mizgevta Errehma pêkhat de ji birîndaran yek jî keçeke biçûke û hate ragehandin ku rewşa wê başe.
Polîsê Fransa ragehand ku bûyer ne êrîşeke terorîstiye.
Li gor rojnameya Provence di êrîşa li pêş mizgevta Errehma de 4 kes birîndar bûne, 4 kesên din jî 50 metre nêzîk cîhê bûyerê ji ber parçeyên bombeyan birîndar bûne.
Derbarê bûyer çawa pêkhatiye de hîn bi awayek fermî daxuyaniyek berfireh nehatiye dayîn.
Dadwerê Sulh ê herêmê Laure Chabaud dibêje bûyer dibe ku di navbera ciwanan de ji ber pevçûnekê dibe ku pêkhatibe.
