Hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê kongreyekê li Washingtonê pêktîne

Hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê kongreyekê li Washingtonê pêktîne

12:55:08

 

Rojava News: Hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê kongreyekê li paytexta Amerîka Washingtonê pêktîne.

Li gor beyanameya wezareta derve ya Amerîka kongre roja 11.07.2017ê li Washingtonê bi amadebûna gelek rêveberên bilind ên welatên hevpeymaniya dijî DAIŞê birêve diçe.

Di civînê de 72 welatên endamên hevpeymaniyê pêşketinên şerê dijî DAIŞê yên dawiyê û çawaniya bihêz kirina hewldanên zêdetir ên fişar xistina ser DAIŞê dê bên gotûbêj kirin.