Netewên Yekbûyî bikaranîna çekên nûkleerî qedexe kir!

Netewên Yekbûyî bikaranîna çekên nûkleerî qedexe kir!

13:05:01

 

Rojava News: Li hevkirina qedexekirina çekên nûkleerî bi dengdana di civata gîştî ya netewên yekbûyî de hat pejirandin.

Li hevkirina ku endamên timî ango yên daîmî yên konseya ewlekariya netewên yekbûyî û xwedî yê çekên nûkleer Amerîka, Brîtanya, Rusya, Fransa û Çîn ku li hember derketin, 122 welatan dengên (erê) dan ku çekên nûkleerî bên qedexe kirin.

Di civata gîştî de ku encama hilbijartinê bi çepikan dihat pêşvazî kirin, di pêşnumeyê de dema ku Holanda dengên (na) da, Singapur bêray ma. Amerîka, Îran, Rusya, Çîn, Yûnanîstan, Brîtanya, Hindîstan, Pakistan, Tikiye, Almanya, Fransa, Japonya û Îtalya jî dinav de 69 welat beşdarî dengdanê nebun.

Piştî pejirandina pêşnûmeya bikaranîna çekên nûkleerî hate qedexe kirin nûnerê Kosta Rîka yê Netewên Yekbûyî ye daîmî Layne Whyte Gomez ragehand: ‘’Ev 20 sale hewldanek heye ku çekên nûkleerî bên qedexe kirin û ev biryareke dîrokî ye.’

Di li hevkirinê de tê dîtin ku di tevahiya Cîhanê de çekên nûkleer bênrakirin lê li hember aliyan wesfa kirdariyê ango pêkanînan di navxwe de helnagre. Li hember ji nav birina çekên nûkleer saziyên civakî û welat bi li hev kirina nû ji bo wan ku çekên nûkleerî tune bikin zagona pêywistînî armanc dikin.