Avusturya hatina wezîrê aborî yê Tirkiyê bo welatê xwe qedexe kir!

Avusturya hatina wezîrê aborî yê Tirkiyê bo welatê xwe qedexe kir!

12:56:22

 

Rojava News: Avusturya çûyîna wezîrê aboriyê Nîhat Zeybekcî ku ji bo beşdarbuna ji mitînga bîranîna 15 Tirmehê diçû, destur nedan ku derbasî welatê wan bibe.

Li gor nûçeya Reutersê, berdevkê wezîrê karê derve yê Avusturya Thomas Schnoll di daxuyaniya xwe a bi radyoya ORP re kiriye de sedema vê biryarê weke ku‘’ avakirina gefeke li hember zîzama çapemeniyê û ewlekariyê ye’’nirxand. Schnöll anî ziman,’’ wezîrê karê derve Sebastiyan Kurz destura wezîrê aboriya Tirk ji bo ketina welat neda’’.

Herwaha diyar kir ku deriyê wan herdem ji bo serdanên peyvendiyên dualî yên ku Zeybekcî pêk bîne vekiriye.

Avusturyayê ji bo referandoma 16ê Avrêlê ya gohertina yasayî jî mîtîngên li Avusturyayê ji aliyê rayedarên hikûmeta Tirkiyê ve bên kirin ne pejirandibûn û ragehandibû ku hewldanek wisa baş nabînin û bang li  Yekitiya Ewropayê jî kiribû li hember vê yekê helwêst diyar bike.

Herwaha wê demê li gel Avusturya Almanya û Hollanda jî heman biryar girtibûn.