De Mistura: Divê Kurdên Sûriyê jî nêrîna xwe bi derbirînin!

De Mistura: Divê Kurdên Sûriyê jî nêrîna xwe bi derbirînin!

01:03:23

 

Rojava News: Şanderê Navdewletî Bo Kirîza Sûriyê Staffan de Mistura, careke din tekez kir ku divê Kurdên Sûriyê beşdarî diyarkirina paşeroja Sûriyê bibin.

Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya El-Şerq El-Ewset a erebî ya çapa Londonê de, ku roja çarşembiyê hatiye belavkirin, Staffan de Mistura dibêje, dema ku danûstandinên derbarê destûra nû ya Sûriyê de dest pê bikin, divê weke hemû pêkhateyên din derfet ji bo Kurdên Sûriyê jî hebe ku nêrîna xwe derbibirin.

De Mistura herwiha got, Kurd yek ji pêkhateyên Sûriyê ne û ti kes nikare vê yekê înkar bike.

Şanderê Navdewletî Bo Kirîza Sûriyê herwiha diyar kir, ku ew behsa aliyekî siyasî yan leşkerî yê destnîşankirî ji kurdan nake, û ew behsa kurdan weke pêkhate dike.

Berî vê hevpeyvînê jî, Staffan de Mistura ji ajansa Sputnik a Rûsî re gotibû, ku divê Kurd beşdarî nivîsandina destûra nû ya Sûriyê bibin û tekez kiribû ku nabe Kurd bên paşguhkirin.

Daxuyaniyên de Mistura derbarê beşdarbûna Kurdên Sûriyê di amadekirina destûra nû ya Sûriyê û diyarkirina paşeroja wî welatî de di demekê de ne, ku gera heftem a danûstandinên Cinêvê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dest pê bûne.