Macron: Karê me yê pêşî ne çûna Esad e

Macron: Karê me yê pêşî ne çûna Esad e

01:14:11

 

Rojava News: Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re got, êdî li Sûriyê helwesta wan guheriye û çûyîna Serokê Sûriyê Beşar Esad ji bo wan ne karê pêşî ye.

Trump û Macron piştî hevdîtina li paytexta Fransa Parîsê di civîneke rojnamevanî ya hevpar de axivîn.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir, nêrîna welatê wî û Amerîkayê di têkoşîna terorê de bi awayekî bêqisûr wekî hev e.

Trump jî pesnê Macron da û got, ‘Birêz Macron tu serokomarekî super î, lîderekî mezin î.'

Macron li ser guherîna helwesta Fransayê ya bo Sûriyê jî ragihand: "Vekişîna ji kar a Serok Esad ji bo Fransayê bi qasî têkoşîna dijî terorê ne xwedî girîngî ye."