Senetorê Amerîka McCain rastî nexweşiya pençeşêrê hat!

Senetorê Amerîka McCain rastî nexweşiya pençeşêrê hat!

13:46:59

 

Rojava News: Hat xuya kirin pîrmendê (senetor) bi navê John McCain ku ji bo pixtiya xwînê ya di çavên xwe de ket emelyatê, rastî nexweşiya girêba (tumor) a mejî hatiye

Hat diyar kirin ji bo senetorê navçeya Arizona ya Amerîka û hemandemê de berendamê seroktiyê yê kevin yê komaxwaz John McCain nasîn ango teşxîsa girêba ya mejî hatiye kirin.

Ji aliyê ofîsa McCain ve daxuyanî hat dayîn ku di çavê pîrmend yê çepê de pixtiyên xwînê hebune û ji bo emelyata wê nexwaşxaneyeke li bajarê Phoenix ya Arizona hatiye emelyat kirin. di daxuyaniyê de diyar kirin, piştî emelyatê di ceribandina potolojiya raçingê de diyar buye ku rastî girêbaya mejî a bi pixtiya xwînê ve girêdayî ye hatiye.

McCain duh beşdarî civîna komîteya xizmetên çekdarî ya ku wezaretê ku bixwe serokê wê komîteyê ye pêk anîbu beşdar nebu.

Serokê Amerîka Donald Trump jî ji bo McCain hêviyên xwe yên ‘’selametî be’’ kir. Herwaha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku John McCain hertim tekoşînvan buye û ji malbata wî re jî hêviyên selametî û derbaz bunê kir.