Waşinton: Îran Di Serê Lîsteya Dewletên Piştgiriya Çalakiyên Tiroristî Dikin de ye

Waşinton: Îran Di Serê Lîsteya Dewletên Piştgiriya Çalakiyên Tiroristî Dikin de ye

4:12:30 PM

RojavaNews: Hevrêzkarê têkbirina tiroristiyê yê wezareta derve ya Emerîkî Castin Sîbirîl, tekez kir ko rêjîma Îranî di serê lîsteya rêjîmên piştgiriya tiroristiyê dikin de ye.

Sîbirîl duh çarşembê gava “raporta salane ya têkbirina tiroristiyê” pêşkêş kir got: “ li cîhanê rêjîma Îranî di pêşiya rêjîmên ko piştgiriya çalakiyên tiroristiyê dikin de ye.”

Sîbirîl diyar kir ko Îran berdewame di pêşkêşkirina piştgiriyê bo hizbullaha terorist û çend milîtanên mezhebperet yên din li Sûriya û Îraqê, û bêtir got ko wê hêzên Pasvanên Şoreşê bikar anîn ji bo rewşeke nearamî çêbikin, û got ku ev hêz desteka Îranê ye, ji bo piştgiriya tiroristiyê li derveyî welat bike.

Di raporta salane ya wezareta derve ya Emerîkî ya li ser têkbirina tiroristiyê de hat  ko Îran sranserî sala 2016ê piştgiriya hizbulaha tirorist dikir, ji bo bêserûberiyê li rojhilata navîn çêbike.

Li gora di raportê de hatiye rêkxistina Daiş di sala 2016ê de rêkxistina herî metirsîdar bû, , tev li fişara leşkerî ko li Sûriya û Îraqê hate ser, û li herêmên di bin kontrola wê de jî, şane û torên tundrew li cîhanê amade dikirin.

Sîbirîl tekez kir ko “hizbulah ya ji Îranê tête piştgirtin bi berdewamî alîkariya rêjîma Beşar Elesed dike”, û ew partiya ko hêj alîkariya rêjîma Esed di kuştina miletê Sûrî de dike, digel milîtanin tirorist ko rêjîmê  ew derveyî sînoran anîne