Rojava News: Şandek ji rêxistina Almanyayê ya PDK-S bi hin parlemanter û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Almanyayê SPD re civiya.
Şandek ji rêxistina Almanyayê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S bi hin parlemanter û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Almanyayê SPD re li devera Landis Tax ya ser bi herêma Nord Hayin Falên civiya.
Şanda PDK-S ji her yek ji berpirsê rêxistina Almanyayê ya PDK-S Fewaz Bêcirmanî û berpirsê ofîsa pêwendiyan Kejal Derwêş û endamê serkirdayetiya partiyê Serdar Haco pêk dihat.
Di wê hevdîtinê de behsa rewş ku niha li Sûriyê rû dide bi giştî û ya Kurdistanê Sûriya û êrîşên rêxistina DAIŞ li ser deverên kurdan hate kirin û rola Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi giringî ji aliyê her du aliyan ve hate nirxandin.
Ji aliyê xwe ve şanda Partiya Sosyalîst a Demokrat a Almanyayê SPD rola PDK-S bi giringî di vê qonaxê de nirxand û amdebûna xwe anî ziman derbarê pêşxistina pêwendiyan di navbera her du partiyan de bi armanca alîkariya miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê û her wisa li kampên penaberan.
