Rojava News: Hêzên esmanî yên Amerîkayê, li hember ceribandinên Koreya bakûr ên mûşekên balîstîk wek bersivekê, li ser Koreya bakûr re hatûçûn kirin.
Amerîka li hember ceribandinên Koreya bakûr ên mûşekên balîstîk, li esmanên Koreya bakûr bi balefirên şer hatûçûn pêkanîn û bi wî awayî gef li Koreya bakûr kirin.
Fermandariya hêzên Pasîfîk a Amerîkayê, li hember ceribandinên mûşekên balîstîk ên Koreya bakûr, li gel Japonya û Koreya başûr di nîv cezîreya Kore de bi balefirên şer ên bombebaranê yên coreya B-1B ve hatûçûn kir û gef li Koreya bakûr kirin.
Di daxuyaniya fermî ya ji aliyê fermandariya hêzên Pasîfîk a Amerîkayê hatî dayîn de hat gotin: ‘’Ev erk li hember ceribandinên Koreya bakûr ên rojên 02.07.2017ê û 29.07.2017ê de mûşekên balîstîk ên parzemînî hate pêkanîn.
Hat zanîn du balefirên B-1B ji girawa Guam a binkeya esmanî ya Andersen rabûne û daxuyaniyê de hat gotin, piştî ku ew du balefir geheştin esmanên Japonya du balefirên Japon ên F-2 jî li gel firiyane û piştî geheşt esmanên Koreya başûr jî 4 balefirên Koreya başûr ên F-15 tevlî vê grubê bûye û ber bi Koreya bakûr ve rêketiye.
daxuyanî waha berdewam kir: ‘’Nêzîk 10 demjimêran firîn pêkhat û ji bo qabîliyetên hevbeş û şiyana taktîkî û tevdîr û pêkanînên performans hatin pêkanîn û di heman demê de li herêma İndo-Asya Pasîfîk demek dirêje peyvendiyên ku hene bihêz kirin.’’
