Rêvebirê ragihandinê yê nû li Koşka Spî dest ji kar berda

Rêvebirê ragihandinê yê nû li Koşka Spî dest ji kar berda

1:46:22 PM

RojavaNews: Koşka Spî duh êvarî ragihand ku rêvebirê ragihandinê yê nû Antonî Skaramotşî piştî deh rojan dest ji kar berda.

Rojnameya Niyoyork Taymz ya Amerîkî eşkere kir ku, Skaramotşî  bi zorê dest ji kar berda, bi biryara mezinê karmendan li Koşka spî yê nû Con Kîlî yê ku sûnda xwe roja Duşemê da bû.

Tê zanîn ku Skaramotşî berî niha sivkayî li serokê erkanên Amerîkî Rêns Birîbos kiribû, û herweha mezinê stratîjîkdanerên koşka Spî Sitîv Banon jî kiribû.