Welatên Kendavê daxwaz ji NY dikin derbarê Yemenê de biryar bide

Welatên Kendavê daxwaz ji NY dikin derbarê Yemenê de biryar bide

Rojava News: Dewletên Kendavê yên Ereb roja şemiyê daxwaz ji encumena asayîşa navdewletî kirin ji bo çareserkirine qeyrana Yemenê hewl û biyar bide.

Kenala El-Erebiya ya ji Siûdiyê weşanê dike ragihand ku dewletên encumena hevkar a welatên Kendavê ji encumena asayîşa navdewletî a NY daxwaz kirin di bin benda 7 a peymana NY de ku rê li ber bi kar anîna destwerdana leşkerî ve dike derbarê Yemenê de biryar bigre,yan sizaiyên aborî bi ser de bisepîne.

Cemaeta Husiyan di çendê rojên bihurî de bi fermî desthilatdariya welatê Yemenê xistin destê xwe û serok û wezîrên hikûmetê ji kar dûr xistin, ev pêngava Husiyian rastî nerazîbpna welatên Kendava Ereb hat û bi tundî şermezarkirin.