12:56:45
Rojava News: Wezîrê navxwe yê hikûmeta Fransa ragehand, ku 271 çekdarên tund li Iraqê û Sûriyê ve vegeryane Fransa.
Wezîrê navxwe yê Fransa Gerard Collomb ji çapemeniya Fransa re ragehand, hêzên ewlehiyê yên Fransa dest bi lêkolîn û lêpirsîna li gel 271 kesên tund kiriye ku, di nav grubûn tund ên li Iraqê û Sûriyê de bûn.
Tê gotin ku 700 hemwelatiyên tund ên Fransî di nav rêxistin û grubên tund ên wek rêxistina terorîst a DAIŞê û Eniya Nusra a baskê rêxistina terorîst a El-Qaîdê.
Gerard Collomb ragehand, di nav wan kesên tund ên vegeriyane de, ku beşek ji wan hatine girtin, 54 kesên xort ango ciwanên taze û cahêl hene.
