14:06:17
Rojava News: Konseya Ewlekariyê ya NY (Neteweyên Yekgirtî) ji ber kiryarên Kore ya Bakûr ên ceribandina mûşekên balîstîk, dorpêç û ambargo danî ser Koreya bakûr û di dengdanê de hat pejirandin. Ambargo nahêle ku ji derve de mal bê firotan bo Koreyê û sermaye nikare ji derve de here Koreyê.
Balyoza Amerîkayê ya li NY, Nikki Haley, piştî civîna biryarê, got “ev nifşeke ambargo ya herî girane ku li ser Kore ya Bakûr tê danîn.”
Serokê Amerîkayê Trump jî, li ser twittera xwe peyamek da û got wê bedela vêya bi 1 mîlyar dolarî li ser Korê bibe mal. Encama ambargoyê ji her aliyê de bi başî tê bilêvkirin.
Çîn jî, di dengdanê de li dijî Koreyê dengê xwe da. Heta berê ji bo şandina komirê bo Koreyê, dabû rawestandin. Wezîrê karê derve ye Çînê Wang Yi got ku ev ambargo pêwiste û weha dewam kir:
“Armanca me ew e ku em hemû aliyan dagerînin dora masê. Bi rêya hevdîtinan belkî em karibin nîvgirava Koreyê ji çekên nûkleerî safî bikin.”
Bi ambargoya Çînê, wê Çîn salê 1 mîlyar dolar xesarê bike.
